nûtirîn zanyarîyên burdûmana frokeyên Turkîyayê û şehîdbûna malbatekê bitemamî

Evro êvarî firokeyên cengî yên Turkîyayê di burdûmanên xwe yên berdewam de bo ser deverên sinûrî yên Herêma Kurdirstanê , dû otombên hevwelatîyan kirin armanc li gundê Berd Kurran a ser bi nahîyeya Sengeser li binara Qendîlê. Li gor zanyarîyên Kurdistan 24 di wê burdûmanê de tevaya endamên malbatekê şehîd bûn ku ji kesan pêkhatibû. Herweha pênc hevwelatîyên din birînda4r bûne ji encama wê burdûmanê.

K24- Qeladizê

Evro êvarî firokeyên cengî yên Turkîyayê di burdûmanên xwe yên berdewam de bo ser deverên sinûrî yên Herêma Kurdirstanê , dû  otombên hevwelatîyan kirin armanc li gundê Berd Kurran a ser bi nahîyeya Sengeser li binara Qendîlê. Li gor zanyarîyên Kurdistan 24 di wê burdûmanê  de 4 hevwelatî şehîd bûne ku 3 ji wan şehîdan tevaya endamên malbatekê ne bi navên Ebdûllah Çawşîn, Heryad Ebdûllah û Kwêstan Ebdûllah ku bavek û kiçek û kurrek bûn û ev malbat bitemamî ji navçûn.

Herweha şeş hevwelatîyên din jî birîndar bûne ji encama wê burdûmanê û yek ji wan birîdaran piştî gehandin nexweşxaneyê ji encam giranî û dijwarîya birînê  şehîd bû û hijmara şehîdan gihişte çar kesan. Got jî tevaya wan birîndaran  jî endamên yek malbatê ne, bi navên Mehemd Ebdûllah  Alî (Bave) Melîke Mehemed Ebdûllah û Teyîb Mehemed Ebdûllah ku herdû zaroyên Mehemed in li gel Rabî Hemed dayîka wan zaroyane û Benaz Mehemed jî hevsera Mehemed.

Berê jî, Ûsman Ehmed rêvebrê nexweşxaneya Fêrkarîya Şehîdên Qeladizê bi Kurdistan24 ragehandibû, Embolans û tîmên tengavîyan li ser daxwaza xelkê hatîne şandin bo cihê bûyerê, lê ta niha nevegrîyane û nahê zanîn zyanên canî çendin û çawane?

Amaje bi wê yekê jî kir ku jûra neştergerîyan û tîma pizîşkan di amadebaşîyê de ne.