Nivîskareke Boti wêjeya devkê ya Kurdan tomar dike
Nivîskarekî Kurd, li gund û bajarên Botanê ya Bakurê Kurdistanê digere û wêjeya devkî ya Kurdan tomar dike. Nivîskar û Lêkolînerê Botî Seyda Goyan, 26 sal in ku dengbêjî û folklora Herêma Botan derbasî dîjîtalê dike û heta niha Hezar (1000) berhem tomar kirine. Nivîskarê Kurd dibêje; armanca min parastina çanda Kurdan e û derbaskirina nifşê nû ye.
K24-Amed
Nivîskarekî Kurd, li gund û bajarên Botanê ya Bakurê Kurdistanê digere û wêjeya devkî ya Kurdan tomar dike. Nivîskar û Lêkolînerê Botî Seyda Goyan, 26 sal in ku dengbêjî û folklora Herêma Botan derbasî dîjîtalê dike û heta niha Hezar (1000) berhem tomar kirine. Nivîskarê Kurd dibêje; armanca min parastina çanda Kurdan e û derbaskirina nifşê nû ye.
Li Êliha Bakurê Kurdistanê, nivîskarekî Botî hewila tomarkirina wêjeya devkî ya Kurdan dide. Nivîskar û lêkolîner Seyda Goyan, ji sala 1994'an ango ji serdema valakirina gundên Kurdan û bi vir ve ye, çi dengbêjî çi jî folklor; li ku derê rast lê tê; bi rêya dîjîtalê tomar dike. Seyda Goyan dibêje; ez dixwazim di peyî xwe re vê çanda qedîm ji bo nifşê nû bikim mîrate.
Seyda Goyan-nivîskar û lêkolîner, got:"Armanca min, berhevkirina van kasetên ku hûn dibînin ez dîjîtalîze dikim, ev hemû mîrateyên Kurd û Kurdistanê ne. Din av van de çand, wêje, huner, jiyana miletê Kurd tê de heye. Û yên ku ber bi wendabûnê ve diçin, mebesta min ew e ez ji mirinê risgar bikim û radestî pêşeroja miletê Kurd û Kurdistanê bikin."
Seyda Goyan, jûreke mala xwe wekî studyo bi kar tîne û heta niha nêzîkî hezar berheman derbasî qeydan kiriye. Goyan li ser folklor û dengbêjiyê jî 4 pirtûk nivîsandine. Li gorî Goyan dibêje; wî ji Hewlêrê heta Stenbolê li gelek dengbêjan guhdarî kiriye. Welatiyên Êlihê jî ji xebata nivîskarê Kurd razî ne. Welatî Çîçek Tek Demîr û Selîm Toprak jî dibêjin; rista Seydayê Goyan di parastina çanda Kurdî de xwedî cihekî girîng e.
Çîçek Tek Demîr-Welatî, dibêje:"Ji pîr û kalan tîne, ji rabirduya me tîne, bi ciwanan, bi zarokan bi pêşerojê dide naskirin. Gelek kes bi van starên me yên kevin nizanin, Seyda wan tîne, ji nû ve bi dehan stranbêjan dide naskirin û îro ji nû ve dixwînin; ev çi ye, ev dewlemendî ye."
Selîm Toprak-welatî, dibêje:"Di çand û wêjeya Kurdî de cihê Seyda Goyî gelek girîng e. Em ji vê xebata wî gelek xweş in û em hêvîdar in ku xortên Kurdan jî di şopa seyda de bin, li çand û hunera xwe xwedî derkevin."
Seydayê Goyan bi piranî kilam û dengbêjiyên Herêma Botan ku bi xetereya wendabûnê re rû bir û mane, kiriye bin qeydan û armanca wî jî parastin û mayîndekirina nirxên wêjeya devkî ya Kurdan e. Li gorî şîroveya Goyan; gelek berhemên Kurdan li ber mirinê ne, hewila wî jî rizgarikirina ji mirinê ye. Welatî jî dixwazin, ciwan jî di şopa kesayetên wekî Seydayê Goyan de bimeşin û xwedî li nirxên xwe derkevin.