Behreyîn balyozê xwe li Îraqê gazî dike

Piştî bûyerên serdadan balyozxaneya wan, Behrênê balyozê xwe li Îraqê gazî kir.

K24- Hewlêr

Piştî bûyerên serdadan balyozxaneya wan, Behrênê balyozê xwe li Îraqê gazî kir.

paş ku hejmareka xwenîşanderan li bajarê Bexdayê hêrişkirin û bi ser balyozxaneya Behrênê dadan,  Mename ya paytext biryar da balyozê xwe gazî bike û daxwaz ji hikumeta Îraqê kir karmendên balyozxaneyê biparêze.

Di bernaber de, wezareta derve ya Îraqê serzeniştê bûyerê kir û 54 kes jî girtin. Nivîsngeha serok wezên Îraqê jî zelalyek belav kir û têde nîgeranîya xwe ji evê buyerê nîşan da û tekez kir li ser paraztina hinarteyên diplomasî.

Xwenîşander  dijî sîmînara Mename bûn  ku li ser destvehînana aştîyê û vejîyandina abûrya deverên Felestînyan bû û têde nwênerê hikumeta Îsrayîlê amade bibû.