Rewşa penaberên Suriyê li Turkiyê
Li seranserê cîhanê ji ber şer û pevçûnên navxweyî her sal bi hezaran sivîl ji neçarî cih û warê xwe berdidin û diçin welatên derdorê. Yek Ji wan Welatan Tirkiye ye ku bi milyonan penaberên Sûriyeyî, Efgan, Iraqî û Welatê Efrîqayê lê bicih bûne. Li ser rewş û mafên van penaberan li Tirkiyê konferansek hate sazkirin. Rêveberên beşdarî konferansê bûn diyar kirin ku mafê her penaberekî heye sûdê ji derfetên dewletê verbigrin. Li gorî pisporan jî rewşa û şertên penaberên Tirkiyê zor xeter e.
K24- Anqere
Li seranserê cîhanê ji ber şer û pevçûnên navxweyî her sal bi hezaran sivîl ji neçarî cih û warê xwe berdidin û diçin welatên derdorê. Yek Ji wan Welatan Tirkiye ye ku bi milyonan penaberên Sûriyeyî, Efgan, Iraqî û Welatê Efrîqayê lê bicih bûne. Li ser rewş û mafên van penaberan li Tirkiyê konferansek hate sazkirin. Rêveberên beşdarî konferansê bûn diyar kirin ku mafê her penaberekî heye sûdê ji derfetên dewletê verbigrin. Li gorî pisporan jî rewşa û şertên penaberên Tirkiyê zor xeter e.
Li gorî raporta Rêveberiya penaberan ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 2018 û 2019 an li seranserê cîhanê ji ber şer û pevçûnên navxweyî, alozî û gengeşeyan 70 milyon û 800 hezar kesan ji neçarî cih û warê xwe terikandina. Di serî de jî bi 6 milyon û 700 hezar kesan Sûriye û bi nêzîkê 3 milyon kesan jî Efganîstan tê û rawestgeha wan penaberan ya sereke Tirkiye ye. Li gorî daneyên fermî niha nêzîkê 4 milyon û 900 hezar penaber li Tirkiyê dijîn û li ser maf û kêşeyên van penaberan bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî, hikûmeta Elmanyayê û komeleyên Penaberan li Enqera paytexta Tirkiyê konferansek hate sazkirin.
Di destpêka konferansê de li ser mafên penaberên ku berê xwe didin Tirkiyê seroka rêveberiya koçberan ya bajarê Enqerê Sînem ÇAKAN diyar kir ku bê ferq û cudahî her penaberê ku derbasî nava xaka Tirkiyê dibin xwedî mafên hiqûqî ne.
Sînem Kaçan - seroka Rêveberiya Koçberan ya Bajarê Enqerê , got: Li gorî xala 69an ya yaseya bingehîn biyanî an jî penaberên xwdî statûya parastina demkî de ne mafê wan yên hiqûqî, tendûristî, perwerdehî û yê karkirinê heye. Penaberên li Tirkiyê jî di statûya parastina demkî de ne û yên ku şertên wan guncav bin dikarin bibin hemwelatiyê Tirkiyê jî. Ligel vê yekê derfeta wan heye ku ji bo xwe kargehan jî wekin.
Lê belê bi boçûna serokê Navenda Lêkolînên Koçber û Penaberan Metîn Çorabatir herçiqas ev mafê penaberan hebin jî li Tirkiyê hejmara penaberan her ku diçe zêde dibe û ew penaber di jiyana rojane û peydakirina kar de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ne û palîtîkayên çareseriyê yên Tirkiyê têrê nakin.
Metîn Çotabatir - serokê Komeleya Koçber û Penaberan, dibêje: Li gorî daneyên fermî yên sala 2019an niha li Tirkiyê 3 milyon û 613 hezar û 644 penaberên Sûriyeyî hene. Piştre penaberên Efgan, Iraq û
welatên Efrîqayê tên. Bi giştî 4 milyonan zêdetir penaber li Tirkiyê ne. Ji van pebaneran tenê 31ê hezar bi izna dewletê dixebitin. Yên mayî jî bi giştî qaçaxî dixebitin. Di warê perwerdehî, ciheke ku lê bimînin û taybetî jî di warê dîtina kar de bi arişeyan re rû bi rû ne penaber û her ku diçe derfetê kar ji bo wan zehmet dibe.
Li gorî daneyên Navenda Lêkolînên Koçber û Penaberan Li Tirkiyê ji bo 3 milyon û 600 hezar penaberên Sûriyeyî, 13 kampên penaberan hatina avakirin û tenê 109 penaber di wan kampan de dijîn. Yên mayî jî li seranserê bajarên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê belav bûne, di şert û mercên ne tendûrist de dijîn û bi mûçeyeke kêm di karên zehmette dixebitin.