Bi vîdyo.. agir ket deşata Kendînawe
Rûberek mezin ji pûş, pawan û çerwangehên girên Kendînawe şewitî û berî gehiştina tîmên agir veguhaztinê, xelkên gundan şîyan pişkeka meizin ji agirî kontirol bikin.
K24- Hewlêr
Rûberek mezin ji pûş, pawan û çerwangehên girên Kendînawe şewitî û berî gehiştina tîmên agir veguhaztinê, xelkên gundan şîyan pişkeka meizin ji agirî kontirol bikin.
Letîf Dadyar , yeke ji bikarhênerên tora civakîya Feysbûkê û xelkê deverê, bi rêya hijmarteya xwe ve belavkirîye ku agir ji alîyê xelkên deverê û xortên gundên Kendînawe hatîye temirandin.
Amaje bi wê yekê jî daye ku sê Otombêlên agir temirandinê mijûlî kontirolkirina agirê wêstgeha Dirke ya Petrolê bûne û dûv re jî ew otombêl çûne alîkarîya wan xortan bikin û bi hev re agir vemirandine.