Mehmûd Ûsman: Sîyaseta niha ya PKKyê zîyanê digehîne Kurdan

Sîyasetvan Mehmûd Ûsman li ser şerrê PKK û Turkîyayê bi Kurdistan24 re ragehand: Ew sîyseta ku niha PKK peyrew dike şaşe û zîyanê digehîne Kurd ên Başûr, Bakur û Rojavaya Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Sîyasetvan Mehmûd Ûsman li ser şerrê PKK û Turkîyayê bi Kurdistan24 re ragehand: Ew sîyseta ku niha PKK peyrew dike şaşe û zîyanê digehîne Kurd ên Başûr, Bakur û Rojavaya Kurdistanê.

Mehmûd Ûsman dibêje: Turkîya bi bîyanû ya hebûna PKKyê deverên başûra Kurdistanê burdûman dike û hevwelatî jî dibin qurbanî.

Herweha ragehand: Pêdivîye hemû partîyên Kurdistanî  gotobêjan li gel PKKyê bikin û berjewendî Herêma Kurdistanê çawaye bi wî awayî reftarê bikin.

Tekez jî kir ku pêdivîye Turkîya careka dî dest bi piroseya danûstandinan bike.

Ji encama burdûmana firokeyên cengîyên Turkîyayê  li dever a Birdost û Qendîlê di dema dû rojan de 5 hevwelatî şehîd bûne û 6 jî birîndar bûne.

Turkîya bi bîyanûya hebûna binke û bareghên PKKyê , wan gund û deverên sinûrî yên Herêma Kurdistanê burdûman dike.