Tirkiye bingehên artêşa Sûriyê topbaran kir

Wezareta Berevaniya Tirkiyê raghand, wan bingehên artêşa Sûriyê topbaran kirîye.

K24- Hewlêr

Wezareta Berevaniya Tirkiyê raghand, wan bingehên artêşa Sûriyê topbaran kirîye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de  raghandiye, wan berisva êrîşeke artêşa Sûriyê bo ser bingehê Tirkiyê li gundewarê Hemayê daye û bingehên artêşa Sûryiê li bakurê rojavayê Sûriyê topbaran kirîye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevanyê di encama êrîşa artêşa Sûriyê de bo ser bingehê wan, leşkerekî wan hate kuştin û 3 leşkerên din jî brîndarbûne.

 Li gor daxuyaniya Wezaretê ew êrîş bi bawerî hatîye pêkanîn û wan daxwaz ji nûnerê Rûsyê li Enqere kiribû ku sedema wê êrîşê  eşekre bike.