Emerîka daxwaz ji welatan dike çekdarên Da'şê yên bîyanî ji HSD wergirin û vegerînin welatên wan

Şanderê Emerîkayê bo dosêya Sûriyê daxwaz ji welatên bîyanî kir ku çekdarên Da'şê yên bîyanî ku li cem HSD girtîne veguhêzên bo welatê wan yên resen.

K24- Hewlêr

Şanderê Emerîkayê bo dosêya Sûriyê daxwaz ji welatên bîyanî kir ku çekdarên Da'şê yên bîyanî  ku li cem HSD girtîne veguhêzên bo welatê wan yên resen.

Ceymis Jêfrî nûnerê Amerîka bo dosêya Sûriyê di kongireyeke rojnamevanî de hişyarî da welatên bîyanî yên ku xwe didin alîyekê bo vegeradina çekdarên xwe yên Da'şê ku li cem HSD li rojavayê Kurdistanê girtîne. Bi gotna wî nabe ew welat wê biryara şaş bistînin û dest ji welatîyên xwe berdin ku di nava Da'şê de şerkiribûn.

Herweha Jêfrî got: Hejmarek ji welatan barê berpirsyaretîya wan çekdarn xistine li ser destihilateke navxweyî ya ne fermî  û eger ew çekdar birevin wê xelkê bikujn ku gelek ji wan çekdaran metirsîdarn .

Jêfrî got jî baştirîn rê ji bo rêgirtin li ber revîna wan kesan û kuştina xelkê; vegeradina wan çekdarane bo welatê wan yên resen û dadgehîkirna wan li welatê wan.