“PKK bihaneyê dide Tirkiyê û Iraq jî klopa kesk jê re pêxistiye”

Sekreterê Partiya Sosyalis a Demokrat a Kuridstanê Mihemed Hacî Mehmûd ji K24ê re ragihand, PKK bihaneyê dide Tirkiyê ku dest bi topbarana navçeyên sînorî bike û Iraq jî klopa kes ji Tirkiyê re vêxistiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Partiya Sosyalis a Demokrat a Kuridstanê Mihemed Hacî Mehmûd ji K24ê re ragihand, PKK bihaneyê dide Tirkiyê ku dest bi topbarana navçeyên sînorî bike û Iraq jî klopa kes ji Tirkiyê re vêxistiye.

Derbarê dirustkirina grûpa bi navê “Hêza Parastina cewherî ya Başûrê Kurdistanê” ji aliyê PKKê ve, Mihemed Hacî Mehmûd got: “Ew grûp ji bo têkdana rewşa Herêma Kurdistanê dirut bûye û divê rê lê were girtin. Heger ew grûp ewqas qehreman e, bila biçin Kerkûkê rizgar bike, ji bo wê yekê xelk jî dê hevkariyê bi wan re bike.”

Amaje bi wê kir, “Bi dehan gundên li sînorê Qendîlê ji ber hebûna PKKê hatine valakirin. Xelkê li wê sînorê dijî jî, PKK bi berdewam bacê jê destine.”

Sekreterê Partiya Sosyalis a Demokrat a Kuridstanê daxwaz kir jî, “Divê sînorek ji vê rewşê re bê danîn û bê yekalîkirin.”

Girêdayî wî pirsê jî, siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Nizamettin Taş ji K24ê re got: “Rêberê PKKê Abdula Ocalan ragihandibû ku divê PKK hestiyariya Tirkiyê li Sûriyê li ber çav bigire, lê PKK ti carî hestiyariya Herêma Kurdistanê li ber çav nagire.

Got jî: “Divê Kurdên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bêne parastin, lê PKK hestiyariya Tirkiyê li ber çav nagire û dijminatiya Kurd û Kurdistanê dike.”

Piştî ku hêzek bi girêdayî PKKê ragihand ku wan li Başurê Kurdistanê hêzeke çekdar damezirandine ev yek rastî bertekê partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê hat. Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê amaje dikin ku li Başurê Kurdistanê destkeftiyek rewa heye û bi îradeya gel tê rêvebirin û nayê qebûlkirin ji derveyî vê rêveberiyê hewla avakirina hêzek din were dayîn.

 

S. B