Mesrûr Barzanî: Kar û berhemên Ebdulxenî Elî Yehya zindî dihêlin
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û serokwezîrê bi kabîneya hikûmeta nû hatiye erkdarkirin peyamek derbarê koça dawî ya nivîskar û rojnamevan Ebdulxenî Elî Yehya de belav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û serokwezîrê bi kabîneya hikûmeta nû hatiye erkdarkirin peyamek derbarê koça dawî ya nivîskar û rojnamevan Ebdulxenî Elî Yehya de belav kir.
Roja Şemiyê 29ê Hezîranê nivîskar, rojnamevan û şîrovekarê siyasî Ebdulxenî Elî Yehya koça dawiyê kiribû.
Peyama Mesrûr Barzanî waha ye:
“Malbata birêz a xwedê jê razî Ebdulxenî Elî Yehya
Mixabin nûçeya koça dawî ya nivîskar û rojnamevan Ebdulxenî Elî Yehya geheşt min û ez şirîkê xema we me. Ji bo wê jî ez serxweşiyê li we û xizim, kesûkar û dostên xwedê jê razî dikim. Herwaha ji xwedêyê mezin daxwaz dikim bi biheşta xwe wî şad bike û sebrê ji bo hemû aliyan dixwazim.
Koça dawiyê ya xwedê jê razî rehmetî bo rojnamevaniya Kurd ziyanek e, lê karên rojnamevanî û berhemên wêjeyî bîranîna xwedê jê razî dê zindî bihêlin.”
Ebdulxenî Elî Yehya di sala 1943an de li gundê Girdepan a ser bi qezaya Akrê ji dayik bû ye û qonaxên xwendinê li bajarê Mûsilê temam kiriye. Zêdetir ji 50 salan, di warê wêjeyî de kar kiriye û li çendîn rojname û kovarên herêma Kurdistanê û Iraqê gotar nivîsandiye.
Ebdilxenî Elî Yehya, endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û endamê Federasyona Rojnamevanên Navdewletî bû.
S. B