Malbata Alan Kurd red dike fîlmek li ser wî bê çêkirin
Malbata Alanê Kurdî yê ku wêneya xeniqîna wî bû sembola koçberbûna ber bi Ewropayê ve, red dike fîlmek li ser xeniqandina wî bê kişandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Malbata Alanê Kurdî yê ku wêneya xeniqîna wî bû sembola koçberbûna ber bi Ewropayê ve, red dike fîlmek li ser xeniqandina wî bê kişandin.
Meta Alan, Tîma Kurdî ku li bajarê Vancouver a Kanadî dimîne ji kenala “CBC” re ragihand, “Dilê wan dişewite, ew kişandina fîlmekî li ser Alan red dikin û ji bo kişandina fîlim şêwir bi malbata wan re nehatiye kirin.”
Tîma Kurd tekez kir, bavê Alan (Ebdula Kurdî) ku niha Herêma Kurdistanê dimîne ew bi pirsa kişandina film agahdar kiriye û got: “Wî pêwendî bi min re kir û dagirî û got, bawer nakim kurê min bi riya fîlmekî re careke vegere jiyanê.”
Fîlmê “Alanê Biçûk: Deryaya Mirinê” niha li Tirkiyê tê koşandin û biryar e akterê Amerîkî Steven Seagal rolekê di film de bibîne.
Pêştir derhenêrê film ê Tirkî Omer Sakarya wêneyên taybet bi wî fîlmî li tûra civakî belav kiribû û tekez kiribû, fîlmê wî bi giştî li ser qeyrana penaberan e ew niha nikare navnîşanê fîlm biguhêre.
Malbata Alanê Kurdî di sala 2016an de dema di deryaya Egeyê re hewl dida xwe bigihîne giraveke Yunanistanê, Alan û çend endamên din malbata wî xeniqîn.
Belavbûna wêneya termê Alanê Kurdî li berava deryayê karvedaneke mezin a cîhanî li pişt xwe anî û hîşt ku Yekîtiya Ewropa sînorên xwe li pêş penaberên Sûrî veke.
S. B