305 rêxistinên Bakur banga destpêkrina pêvajoya çareseriyê dikin

Ji bo ku pêvajoya Çareserkirina Pirsgirêka Kurd ji nû ve dest pê bike, ji 19 bajarên Bakurê Kurdistanê, 305 sazî û rêxistinên sivîl di bin banê 'Platforma Ked û Demokrasiyê de li Diyarbekirê civiyan.

 

K24 – Diyarbekir

Ji bo ku pêvajoya Çareserkirina Pirsgirêka Kurd ji nû ve dest pê bike, ji 19 bajarên Bakurê Kurdistanê, 305 sazî û rêxistinên sivîl di bin banê 'Platforma Ked û Demokrasiyê de li Diyarbekirê civiyan. Hevgirtiyên platformê bi daxuyaniyeke hevpar bang li hikûmet û aliyên pêwendîdar kir ku bi şer û aloziyan tu pirsgirêk nayên çareserkirin, divê ji nû ve pêvajoya çareseriyê dest pê bike.

Li Bakurê Kurdistanê sazî û rêxistinên civaka sivîl, piştî 4 salan dîsa hewila destpêkirina pêvajoya çareseriyê didin. Ji 19 bajarên Bakurê Kurdistanê, 305 sazî û dezgehên civakî yên sivîl di bin banê 'Platforma Ked û Demokrasiyê de civiyan û bi daxuyaniyeke hevpar bang li aliyên pêwendîdar kirin ku pêvajoya çareseriyê ji nû ve dest pê bike. Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin ku li Tirkiye û cîhanê pirsgirêkên demokrasî û mafên mirovan mezintir dibin û ji bo çareseriyê jî divê rêya azadiyan were vekirin û gavên demokratîk werin avêtin.

Li gorî nêrîna Endamê Dîwana Rêveber a Kongreya Civaka Demokratîk KCD'ê Nûrî Ozdemîr; ji bilî AK Partiyê divê partiyên wekî CHP û partiyên din jî rastiya Kurdan li ber çavan bigirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bibin alîkar.

Nûrî Ozdemîr ji K24ê re got: "Li gorî me pirsgirêka me ne tenê bi AKP'ê re ye. Divê êdî CHP û partiyên din êdî bi nêrîneke netewperestî li pirsgirêka Kurdan nenihêrin. Encamên hilbijartinên 31'ê Adar û Stenbolê derxist holê ku bêyî Kurdan ne pêkan e ku Tirkiye normalîze bibe."

Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin ku wekî rêxistinên civakî yên sivîl, bi salan e ji bo aştî û demokrasiyê bedêlên giran dane û di encamê de hatiye dîtin ku bi polîtîqayên takekesî û şer, pirsgirêk nayên çareserkirin. Her dîsa sazî dezgehan ji bo aştiyê qala rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî kirin û gotin ku Ocalan jî dibêje; bi tundiyê pirsgirêk nayên çareserkirin.

Serokê Jûra Endezyarên Çandiniyê Abdulsamet Ucaman jî got; em ji bo aştî û çareseriyê bang li hemû aliyên pêwendîdar dikin ku fersendên çareseriyê bi kar bînin.

Abdulsamet Ucaman ji K24ê re wiha axivî: "Banga me ji bo hemû aliyên pêwendîdar in. Em bang li zarok, jin, xort, dayîk, qal û pîr, sazî dezger û desthilardaran dikin ku em li bin sîwana aşitiyê de bibin yek da ku em civak û herêmê bidin rizgarkirin."

Di daxuyaniya hevpar a 305 sazî û rêxistinan de qala Hilbijartinên 31'ê Adar û 23'yê Hezîranê jî hat kirin û hat ragihandin ku encamên hilbijartinan jî nîşan daye ku civak daxwaza demokrasiyê dike. Pêvajoya Çareseriyê, di sala 2005'an de bi axaftina Serokwezîrê wê demê Receb Tayîb Erdogan a li Diyarbekirê dest pê kir. Bi taybeti di sala 2013 û 2015'an de li bakur û Tirkiyeyê pêvajoya aramiyê hebû. Lê belê piştî Hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an pêvajo têk çû.

Di nav 3 salan de bi hezaran kesan canê xwe ji dest da, ji 10 hezaran zêdetir kes hatin zindankirin, bi hezaran avahî wêran bûn û bi sedhezaran Kurd dîsa koçber bûn. Li gorî ragihandina hin aktorên pêvajoya çareseriyê, dibe ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî de dîsa pêvajoya aştiyê dest pê bike.