Asayîşa balyozxaneyên welatan dihên tund kirin

Desthilatdarên Îraqê rêkarên asayîşîyên tund xistîne pêşîya xwe bo paraztina hinartîyên dîplomasî yên welatan li Îraqê bi armanca rêgirtinê ji her hêrişekê bo ser wan bihê encamdan.

K24-Hewlêr

Desthilatdarên Îraqê rêkarên asayîşîyên tund xistîne pêşîya xwe bo paraztina hinartîyên dîplomasî  yên welatan li Îraqê bi armanca rêgirtinê ji her hêrişekê bo ser wan bihê encamdan.

Lîwa rûkin Amir Sedam, rêveberê giştîyê paraztina  damezrawe û kesatîyan li Bexdayê di daxuyanemekê de ragehandîye:  Li derdorên balyozxaneya welatan rêkarên asayîşîyên tund hatîne danan.

Li gor axivtinên wî berpirsî, ev rêkarên asyîşî yên tund li ser raspartina Adil Ebdulmehdî , serok wezîrên Îraqê bûye û got: Hinartîyên dîplomasî û balyozxane xîçên sorin û nabe wezareta hindûrî ya Îraqê di çi rewşekê de rê bide karên nepesend li beramber wan bihê encamdan.

Herweha got: Me pilan danaye daku rêgirîyê bikîn ji dûbarebûna her bûyereka hevşêwe ya wê yekê ewa berî çend rojan rûday li balyozxaneya Behreyînê. Çunku ev bûyer dibin egera têkdana aramî û tenahîya balyozxaneyan û ev rêkarên asayîşî jî ku me danane rê digire ji her hewlekê ku balyozxaneyan bike armanc.

Êvarîya roja Pêncşembîya biuhirî, xwenîşander çûne nav balyozxaneya Behreyînê li devera Mensûr û nerazîbûna xwe nîşandan li ser Rêkkevtina Sedeyê û alaya Behreyînê hînan xwar û li şûna wê ala Felestînê hildan.