Dadgeha Federalî ya Iraqê: Rêbwar Talabanî dikare bi fermî karê xwe bike
Dadgeha Federalî ya Iraqê biryara bêtawaniya Rêbwar Talebanî derxist û ji îro ve, dikare bi fermî karê xwe bike û daxwaza qerebûkirina maddî û manewî bike
K24 – Navenda Nûçeyan
Dadgeha Federalî ya Iraqê biryara bêtawaniya Rêbwar Talebanî derxist û ji îro ve, dikare bi fermî karê xwe bike û daxwaza qerebûkirina maddî û manewî bike.
Li gorî zanyariyên Kurdistan 24, Dadgeha Resafe li Bexdayê biryara bê tawaniya Rêbwar Talebanî ji hemû tometan derxistiye, ku Parêzgarê Sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî û Endamê Lîsta Yekîtî li Civata Parêzgeha Kerkûkê Kakereş Sidîq arasteyî wî kiribûn.
Li gorî zanyariyan, doza Rêbwar Talebanî bi temamî hatiye daxistin û ji îro ve, navborî dikare wekî Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê bi fermî karê xwe bike û daxwaza qerebûkirina maddî û manewî jî bike.
Malbata Rêbwar Talebanî bi fermî spasiya Serok Barzanî kir, ku wekî lêvegereke Kurdan, bi berdewamî piştevanî kiriye û li xema doza wî de bûye.
C.B