Gorranê bo yekalîkirina postên xwe di hikumeta nû de sê mîkanîzim danane

Civata Giştî ya Bizava Gorranê civîya û sê mîkanîzim xistin pêşîya Civata Nîştîmanî bi armanca yekalîkirina postên bilindên Gorranê.

K24- Hewlêr

Civata Giştî ya Bizava Gorranê civîya û sê mîkanîzim xistin pêşîya Civata Nîştîmanî bi armanca yekalîkirina postên bilindên Gorranê.

Pêşrew Reûf, endamê Civata Giştîya Bizava Gorranê bi Kurdistan24 ragehand: Wan sê rê pêşnîyaz kirîne bo yekalîkirina postên bilind ên wan di hikumeta dahatî de.

Yekem: Hilbijartina  kandîdan ji alîyê Civata Giştî û Nîştîmanî di hilbijartineka ruhin û zelal de.

Duyem: Komîteyek bi pişikdarîya 10 endaman ji herdû Civatan pêk bihêt û ew komîte kandîdan hilbijêre.

Sêyem: Komîteya bilind ku niha heye li gel Xaneya Raperandinê û rêkxerê giştî evê pirsê yekalî bikin û got Jî: Civata Giştî rêya yekê bi baştir dibîne û çaverê dihê kirin Civata Nîştîmanî biryarê li ser van mîkanîzman bide.