Siyasetmedar û rewşenbîrên bakur bertekan nîşana helwesta pkkyê didin
Komekî ser bi PKK'ê ve di 27'ê Hezîranê de bi danezanekê ragihandibû ku dê hemû xalên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê bike armanç. Siyasetmedar û rewşenbîrên bakurê Kurdistanê bertek nîşanî vê helwesta PKK'ê dan û amaje kirin ku divê PKK şerê xwe li ser axa Herêma Kurdistanê neke. Li gorî nirxandina Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Refîk Karakoç mafê tu rêxistinê tune ye ku zirarê bigihîne destkeftiyên parçeyeke din ê Kurdistanê.
K24-Amed

Refîk Karakoç - serokê giştî yê HAK-PAR, got:"Îro li Başûrê Kurdistanê Hikûmranî heye. Dewleteke federal li wê dere heye, dewleta Kurdan heye. PKK jî di nav de mafê tu kesê tune ye ku doza tişteke din bike. Ev xelet e, nayê qebûlkirin û em jî li hemberî vê tiştê ne."
Şîrovekarên siyasî amaje dikin ku ji xwe li Herêma Kurdistanê rêveberiyeke bihêz heye û pêwîstiya tu rêxistinên din nake. Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî, tişta baş ya ji bo Kurdan ew e ku li hemberî hêzên ku destkeftiyên Kurdan dikin armanc bibin yek hêz. Li gorî nirxandina mafnas û şîrovekarê siyasî Fahrî Karakoyunlu, armanca pêkanîna hêza nû ya PKK'ê ew e ku zemîna êrişên li ser Herêma Kurdistanê veke lê divê demildest pêşî li vê yekê were girtin.
Fahrî Karakoyunlu - mafnas û şîrovekarê siyasî, dibêje:"Li Sûr, Şirxnex, Silopya û Nisêbînê çi bû? M abi temamî radest nekirin? Ma ew vê yekê nizanin, belê dizanin. Derdê wan radestkirin e. Derdê wan ne parastin e. Ew ne hêzên parastina Başûrê Kurdistanê ne, ew hêzên radestkirina Başûrê Kurdistanê bo hêzên Tirkiyeyê ne."
Siyasetmedar û rewşenbîrên bakurê Kurdistanê bang li rêveberên Herêma Kurdistanê dikin ku rê li ber hêzên ku li herêmê aloziyan derxînin bigirin. Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî, bi vê helwesta dawî armanca PKK'ê ne parastina Herêma Kurdistanê ye, amadekirina zemîna teslîmkirina Herêmê ye û lê divê bi biryarên di cih de rê li ber vê yekê were girtin.