PDK û YNK li ser pirsa Kerkûkê dê civin

Sibe Partî û Yekîtî ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê û danîna parêzgarekî dicivin.

K24- Hewlêr

Sibe Partî û Yekîtî ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê û danîna parêzgarekî dicivin.

Çavkaniyekê ji Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê ji Kurdistan 24 re ragehand, sibe şandeke Partî seredana silêmaniyê dike û li baregeha Mekteba siyasî digel Yekîtî dicive. Amaje bi wê yekê jî kir naveroka civînê dê li ser asayîkirina rewşa kerkûkê û rêkeftin li ser danîna parêzgarekî ji bo Kerkûkê dibe.

Li gorî zanyariyên Kurdistan 24, şanda Partî bi serokatiya Peyvdarê Partî Mehmûd Mihemed dibe û şanda Yekîtî jî bi serokatiya Endamê Mekteba Siyasiya Yekîtî Hakim Qadir Hemecan dibe.