ENKSê û TEV-DEMê li benda çalakkirina despêşxerîya Firansayê ne

Di meha Nîsan a borî de rayedarên Fransî, hevdîtinek li Parîsê bi hin berpirsên Encûmena Niştimaniya Kurd Li Sûriyê ENKSê û TEV-DEMê pêk anî. Ev despêşxeriya ji alî Fransiyan ve, hewldana nêzîkbûnê di nav her dû aliyan de dike. Lê piştî zêdeyî 2 mehan jî, heta niha encamên wê despêşxeriyê nehatine eşkerekirin û ligor her dû aliyên Kurdî ,ew li bendî Fransiyan e, ku despêşxeriya xwe çalak bikin.

K24- Qamişlo

Yek ji hewildanên şikandina qeşaya di navbera aliyên siyasî kurdî de li Rojavayê Kurdistanê û egerên nêzîkbûneke siyasî,despêşxeriya Ferensayê ye ku di 18 meha nîsana bûrî de hevdîtinek li Parîsê di navbera hin rayedarên Ferensayê û hin endamên PYD û ENKSê de pêk hat.

Piştî zêdeyî 2 mehan di ser vê despêşxeriyê re,û li gorî berpirsên ENKSê, di civata emîndariya giştî ya asayî de, wan tekezî li ser giringiya vê despêşxeriyê kirine û niha ew li bendî Ferensiyane ku despêşxeriya xwe çalak bi kin.

Partiyên di nava Rêveberiya Xweser de ji alî xwe ve di meha bûrî de û bi armanca hevdîtinan bi hêz û partiyên siyasî yên kurdistî re, şandek şandibûne Başûrê Kurdistanê û gelek hevdîtin pêk anîn.

Derbarê despêşxeriya Fernsî jî, berpirsên PYD di kongirekî rojnemevanî de diyar kirin ku ew ji diyalogê re amade ne,lê berî her tişî pêwiste rêveberiya ku hatiye avakirin û deskeftiyên li ser xakê bêne pêşxistin û parastin.

Hin çavdêrên siyasî di bînin ku aloziyên dibine rêbend li pêş bicî kirina tevaya hewildan û despêşxeriyên hatine kirin , piraniya wan ji alî ENKSê û PYD ve ne.

Mercên ENKSê jibo nêzîkbûnê herdem serbest berdana girtiyên siyasî ne herweha pêwiste rê li pêş jiyana siyasî jî bê vekirin.

PYDê jî ji alî xweve tekez dike ku tu hevdîtin bi ENKSê re encam nadin ta ku xwe ji Itîlafa niştimaniya Sûriyê venekişîne.

Li gel rewşa ku niha Sûriyê têre derbas dibe,gelo eger heye PYD û ENKSê van nakokiyan çareser bikin û li gel Ferensiyan li ser yek maseyê rûnin yan na?