Li Elmanya komkûjiya Kobanî hat bîranîn

Li bajarê Essen ê Elmanyayê, di bîranîna de çalakiyek hat sazkirin. Di çalakiyê de kesûkarên qurbaniyan jî hatin ba hev.

K24- Almanya

Li bajarê Essen ê Elmanyayê, di bîranîna de çalakiyek hat sazkirin. Di çalakiyê de kesûkarên qurbaniyan jî hatin ba hev. 

Berîya 4 salan çekdarên DAIŞê komkûjiyek li dijî xelkê Kobanî encam da û tê de bi sedan kes bûn qurbanî.

4 salin kurdekî Kobanî di xewna Şeva Reş de dijî û bîranînên bira û malbata Kobanî ya mezin bi çavên xmgîn bi bîr tîne .îro gelek malbatên şehîdan li Elmanya ne , li vir nûçeya komkujiya bajarê xwe bihîstin ,bi tenê wêneyên wan di telefon û dilê xwe de hilandine.

Kurdistanî şehîdên xwe li Essen a Elmanya bi bîr tînin . Ku bi rêxistina Komla Aştî çalakiyek berfire jibo bîranîna wê hatin rêkxistin.Bûyerên Kobanî jibo tevaya Kurdistaniyan ciyê dilêşê bûn .

Di şeva 25,06,2015 ê Daîş bi hovane hêrîş kirine ser bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê û bêtir ji 400 kes şehîd ketin û bi sedên din birîndar bûn .çawa û sedemên wê komkujiyê çibun?  ne ji aliê civaka navdewletî û ne herêmî û ne navxwe,bersiv nîne .