Tirkiye: Divê 6 welatiyên me li Lîbyayê werin berdan

Artêşa Lîbyayê 6 welatiyên Tirkiyê desteser kirin. Wezareta Derve ya Tirkiyê da xuyakirin, heger welatiyên wan neyên berdan, ewê hêzên Hefter bikin armanc.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Lîbyayê 6 welatiyên Tirkiyê desteser kirin. Wezareta Derve ya Tirkiyê da xuyakirin, heger welatiyên wan neyên berdan, ewê hêzên Hefter bikin armanc.

Wezareta Derve ya Tirkiyê da xuyakirin, li Lîbyayê 6 welatiyên Tirkiyê hatine desteserkirin. Tirkiye Artêşa Lîbyayê wek hêzeke neyasayî binav dike û daxwaza demildest berdana welatiyên xwe dike.

Wezareta Derve ya Tirkiyê da zanîn, eger Artêşa Lîbya bi serokatiya Xelîfe Hefter welatiyên wan bernede, ewê hêzên Lîwa Hefterê bikin armanc.

Li aliyê din Artêş Lîbyayê da xuyakirin, wan firokeyeke bêpîlot ya Tirkiyê li firokexanya Trablusê xistine xwarê.

Ji aliyê xwe ve, Artêşa Netewî ya Libya bi daxuyaniyekê gotibû: Hikûmeta Tirkiyê ji Zirîpoşan bigire, her cure çekan dide rêxistinên terorist û êrîşên teroristî bi hevkariya Tirkiye û Qeterê li Lîbyayê tên kirin

 

S. B