Rêbwar Talebanî Dadgehê bêtawanîya Min selmand û di dahatî de dê vegerim Kerkûkê

Rêbwar Talebanî serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê, paknameya xwe ji dadgehê wergirt û di kongireyeka rojnamevanî de supasîya serok Barzanî kir bo piştîvanîkirinê ji Wî.

K24- Hewlêr

Rêbwar Talebanî serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê, paknameya xwe ji dadgehê wergirt û di kongireyeka rojnamevanî de supasîya serok Barzanî kir bo piştîvanîkirinê ji Wî.

Di kongireyeka rojanamevanî de, Rêbwar Talebanî ragehand: Hewlên Me bo wê yekê bûye ku destûr li Kerkûkê bihê bicihkirin û ewa niha li Kerkûkê Heye rewşeka nayasayî û nadestûrî ye.

Ragehand jî, Min îtîraf bi evê rewşê nekir lew sikala li dijî min tomarkirin, lê gelek supasîya cenabê serok Barzanî, hikumet û wan partîyên Kurdî dikim ku piştîvanîya min kirin.

Amaje bi wê yekê jî da: Duhî ew dosê bi dawî hat  û ti dosê li ser Min nemane.

Di bersiva rojnamevanan de, Rêbwar Talebanî ragehand: Hewlêr û Bexda di peywendîyê de ne bo çareserkirina rewşa Kerkûkê û Min ji alîyê xwe ve jî çendîn sikala dijî karên nadestûrî tomar kirîne.

Li ser vegerana wî jî bo Kerkûkî, serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê got: Li gel asayîkirina rewşê ez jî dê vegerim Kerkûkê û Min qet negotîye navegerim.

Piştî buyerên 16yê Oktoberê, wek berpirsek Kurd sikala li ser Rêbwar Talebanî hat tomarkirin û hewil dan wî ji kar dûr bixin , lê ew hewil hatin pûçkirin.