CHP rexne li şêwaza hevdîtina Serokomarê Tirkiyê û Serokê Amerîkayê digre
CHP rexne li şêwaza hevdîtina Serokomarê Tirkiyê û Serokê Amerîkayê digre ku, desthilta wek hevdîtineke serkeftî nîşan dide. Peyvdarê CHPê da xuyakirin, kirîna S-400 girîng e, lê balefirên F-35 jî qasê wê girîng e û Trump soz nedaye ku dorpêçiyê nedeyne ser Tirkiyê. Her weha got, Trump Kurdan wek neyarên Tirkiyê nîşan dide, lê heta niha ji desthilatê tu bersiv nehatiye dayîn.
K24- Hewlêr

Faîk Oztrak - peyvdarê CHP, got: Weha tê nîşandan ku pêwendiyên her du serokan pir baş in. Lê daxuyaniyên Trump ne cihê qebûlkirinê ne.
Got jî: Tiramp dibêje pêwendiyên me ewqas baş in ku bi yek telefonê min Qeşe Brunson da berdan. Dibêje min gotiye Kurdan di şerê DAIŞê de alîkariyê me kirine, êrişî wan nekin, Erdogan jî operasyon nekiriye.
Herweha dipirse û dibêje: Gelo Erdogan bûyerên ser sînorê gef dibîne yan na? Piştî van gotinan jî Erdogan dibêje, Trump gotiye, ewê dorpêçê nedeynin li ser Tirkiyê, lê me tiştek weha ji devê Trump nebihîstiye. Belê S-400 girîng e, lê F-35 jî qasê wan girîng e.
Oztrak li ser axivtinên Tiramp li ser Kurdan got: Dîsa Trump dibêje, Kurd neyarên siruştî yên Erdogan û Tirkiyê ne. ev gotineke çawa ye. Kurd welatiyên resenên Tirkiyê ne gotinên weha yekîtiya Tirkiyê dike armanc, lê hember van gotinan tu bersiva desthilatê nîne."