Li Qamişlo welatî gazindan ji ne bûna xizmetgûzariyan dikin
Li bajarê Qamişlo bi awayekî berdewam welatî gazinan ji ne başbûna xizmetgûzariyê dikin. Di dema dawî de pirsgirêka gilêş û gemarê bi awayekî balkêş belav bûye.
K24- Qamişlo
Li bajarê Qamişlo bi awayekî berdewam welatî gazinan ji ne başbûna xizmetgûzariyê dikin. Di dema dawî de pirsgirêka gilêş û gemarê bi awayekî balkêş belav bûye.
Welatiyên bajêr nerazîbûna xwe diyar dikin û daxwaz ji şaredariye dikin, ku bi erkê xwe rabe.
Belavbûna gilêş û gemarê diyardeya herî balkêşe di dema dawiyê de li bajarê Qamişlo ku li piraniya tax û kolanan gilêş tê dîtin .
Li hin taxan ji heyama 5 rojan ve gemar ne hatiye danhev û ev yek ne razîbûnekê li cem welatiyan çêdike ku gazinan ji bêhna gemarê dikin û dibêjin pêwîste şaredarî çareseriyekê ji pirsgirêka wan re bibîne .
Li taxên rojavayê bajarê Qamişlo bi tenê 17 otombîlên danheva gilêş û gemarê hene û gelek caran ev otombîl têne rawestandin jiber têkçûna wan.
Hevseroka şaredariya rojavayê Qamişlo dibêje ev pirsgirêk bi tenê di çend salên dawî de rûdaye ew jî jiber pirbûna neşticiyên bajêr, herwiha dide zanîn ku şaredarî niha li ser zêdekirina hejmara otombîlan kar dikin .
Di çend salên dawî de gelek kêmasî di warê xizmetguzariya bajarê Qamişlo çêbûye û jiber vê yekê welatî bi awayekî berdewam nerazîbûna xwe diyar dikin .
Şaredarî dibêje ku her dem ew hewildanên xwe dikin ,lê karînên wan kêmin çi di warê alav û otombîlên pêwîst de û çi jî di warê kêmbûna destên karker.