Pispor û şarezayên Zimanê Kurdî divên pirojeyekê pêşkêşî kabîneya nû bikin

Li bajarê Silêmaniyê, parastin û giringîdan bi Zimanê Kurd li damûdezgehên hikûmî, hejmarek pispor û şarezayên Zimanê Kurdî kom kiriye, ku dixwazin projeyekê amade bikin, bo ku pêşkêşî Kabîneya Nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, bo giringîdan bi Zimanê Kurdî, li tevahiya damûdezgehên hikûmî.

K24- Hewlêr

Xema zimanî di nav dezgehên hikumetê de cihê gotûbêjên pispor û şarezayên ziman bû ku wan divêtin pirojeyekê pêşkeşî kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê bikin. Li gor wê yekê ku alîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê di peyrew û pirogramên xwe de, behsa sîyaseta ziman nakin û di ti kabîneyan û gerên perlemana Kurdistanê de komîteya ziman nebûye. Lew li gor nerîna wan şarezayan, ew yasa û rêsayên derkevtîne ji alîyê ziman ve rewşa wan xirabe.

Hinek ji şarezayan di wê bawerîyê de ne ku divê rola ziman di dezgehan de giringîyeke zêdetir pê re bihê dan, çunku dezgehên hikumî rola berçav heye di geşedan û nasandina zimanê Kurdî.

Mêdya yeke ji giringtirîn amrazan ku roleke sereke heye di paraztin û pêşvebirina ziman de. Pispor zimanê Mêdyaya Nîştîmanî li Herêma Kurdistanê bi giring dizanin bo pêşvebirina ziman di hemû bwaran de.

Di yasa ya hejmare 6, yasaya zimanên fermî li Herêma Kurdistanê hatîye dîyarkirin ku zimanê yekem û fermî li Herêma Kurdistanê divê zimanê Kurdî be û tevaya girêbest û nivîsar bi zimanê Kurdî be, lê heya niha li piranîya cihên giştî û navendên fermî neşîyane kar bi evê yasyê bikin.