Li Hesekê 2 serkirdeyên DAIŞê hatin desteserkirin
Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di operasyonekê de 2 serkirdeyên DAIŞê li Hesekê desteser kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di operasyonekê de 2 serkirdeyên DAIŞê li Hesekê desteser kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, di 48 demjimêrên bûrî de hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê operasyoneke daketina esmanî li dijî DAIŞê li gundê Etelah li başûrê Hesekê kirin û karîn 2 serkirdeyên DAIŞê desteser bikin.
Li gor zanyariyên Rewangehê, di nava mala wan her du serkirdeyên DAIŞê de bombe, çek û kelûpelên teqemeniyê hatin dîtin.
Di vê dema dawiyê de, gelek teqîn li navçeyên di bin kontrola HSDê de hatine kirin û şeva bûrî otombîleke bombekirî li nêzîkî Navenda Pêwendiyan a YPGê li gundê Zerkan li bakurê Hesekê li hatibû teqandin.
Piştî kontrolkirina Baxozê dawî berîka DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê, HSDê ragihandibû, karê wan niha derbasî qonaxa operasyona li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê bûye.
S. B