Stenbol.. Bo êrîşa li ser penaberên Sûrî 5 kes hatin desteserkirin

Polîsa Tirkiyê li Stenbolê 5 welatiyên Tirk bi tometa li tûra civakî xelkê li dijî penaberên Sûrî han didin desteser kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîsa Tirkiyê li Stenbolê 5 welatiyên Tirk bi tometa li tûra civakî xelkê li dijî penaberên Sûrî han didin desteser kirin.

Medyaya Tirkiyê belav kir, hêzên polîs 18 hejmarên tûra civakî ku xelkê li dijî penaberên Sûrî han didin girtin û karîn ji koma 9 kesan 5 kesan desteser bikin û lêgerîna li dû 4 kesên din berdewam e.

Polîsan li wan hejmarên tûra civakî durişm û Hashtagên wek (Naxwazin Sûrî li welatê me bin. Sûrî ji welatê me biçin) dîtibûn.

Di du rojên bûrî de, li tûra civakî hejmarek girtevîdyo belav bûn, li Stenbolê hejmarek ji welatiyên Tirk êrîşî ser dikanên penaberên Sûrî dikin û dijûn û durişman li dijî penaberên Sûrî dibêjin û ji wan daxwaz dikin ji Tirkiyê derkevin.

Ew êrîş û alozî piştî wê yekê hat kirin, ku nûçeyek belav bû ku penaberekî Sûrî destdirêjî li zarokekî Tirkiyî kiriye, lê dezgehên pêwendîdar ên Tirkiyê ew nûçe red kir û got, ne rast e û di çarçova propagandiyê de hatiye kirin.

 

S. B