4 partiyên çep ên Tirkiyê bersiva HDPê didin

4 partiyên siyasî yên çep ên Tirkiyê ji bo Hevpeymaniya Demokratîk bersiva banga HDPê dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

4 partiyên siyasî yên çep ên Tirkiyê ji bo Hevpeymaniya Demokratîk  bersiva banga HDPê dan.

Nûnerên 4 partiyên sîyasî yên çep ên Tirkiyê, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Sosyalistên Bindest (ESP), Partiya Rizgariya Sosyalist (SYKP) û Halk Evlerî gotin, ew amade ne di nav Hevpeymaniya Demokratik de cih bigirin.

Li Gorî daxuyaniya nûner û serokên van 4 partiyan, hevpeymaniyên Cumhûr û Millet ne xwediyê projeyên çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê ne.

Herwiha gotin, pêwîstiya Tirkiyê bi projeyek nûjen a çareseriya pirsên demokratîkbûna Tirkiyê û pirsa Kurd heye û ew amade ne ligel HDPê di nav yek hevpeymaniyê de cih bigirin û rêya sêyemîn hilbijêrin û kar bo projeya destûreke nû ji bo Tirkiyê kar bikin.

Di çend rojên bûrî de rayedarên HDPê bang bo amadekirina Destûra Bingehîn ya Tirkiyê  dikin. Hevserokê HDPê Sezaî Temelî jî gotibû: Sîstema rêveberiya Tirkiyê xetimî ye û divê çêkirina destûreke nû were rojevê.

Cîgirê Serokê Fraksiyona HDPê ya Parlamentoya Tirkiyê Saruhan Oluç gotibû: Destûra Bingehîn ya Tirkiyê ya dema darbeya leşkerî ya sala 1980an e û pêwiste were guhartin.

 

S. B