Sûriye giliyê Israilê li NY û Encûmena Asayişê dike
Hikumeta Sûriyê daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî (NY) û Encûmena Asayişa Navdewletî dike, rê li ber êrîşên Israîl yên liser Sûriyê bigre
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikumeta Sûriyê daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî (NY) û Encûmena Asayişa Navdewletî dike, rê li ber êrîşên Israîl yên liser Sûriyê bigre.
Wezareta derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku 2 name - ji bo Neteweyên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî şandiye û tê de behsa êrîşên Israîl ên vê dawiyê liser Sûriyê kiriye, ku di encam de 4 welatiyên sivîl hatin kuştin û 21 kesên din jî, brîndar bûn. Ligor daxuyaniya Wezaretê ew êrîş binpkirin e ji biryara Encûmena Asayişê ya jemare 350 a sala 1974an. Bi gotina wê, Israîl bi wan êrîşan, dixwazê temenê krîza Sûriyê dirêj bike. Daxwaz ji Encûmena Asayişê û Neteweyên Yekgirtî kiriye, ku bi berpirsiyariya xwe rabin û rêkarên pêwîst bigrin ber, ji bo rêgirtin li ber êrîşên Israîlê.
C.B