Kemal Kiliçdaroglu: Em ne tenê ji bo xwe, Em ji bo 82 milyonan dadwerî dixwazin

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu da xuyakirin, niha çaksaziya dadwerî di rojeva desthilatê de ye ku dixwazin bînin rojeva parlamentoyê û da xuyakirin, eger bi vê yasayê kesên bêgunehên ku di zîndanê de ne bên berdan, ewê piştevanî bidin yasayê. Kiliçadoroglu got, nivîskar Ehmed Altan û Nazlî Îlicak çima di zîndanê de ne, çima rewşenbîr û siyasetmedarên wek Sirrî Sureya Onder û Selahedîn Demîrtaş di zîndanê ne û daxwaz kir demildest bên berdan.

K24- Hewlêr

Kemal Kiliçdaroglu - serokê giştî yê CHP'ê got: Selahedîn Demîrtaş bi çi hincetê di zîndanê de ye. Bo namzetiya hilbijartinên Serokomariyê serî li Komîsyona Hilbijartinê dide. Komîsyon belê dibêje, tu dikarî bibî namzetê Serokomariyê. Tu astengî nîne. Beşdarî hilbijartinê dibe, lê dibêjin divê tu di zîndanê de bimînî.

Herweha got: Niha ez li herkesek ku xwedî wijdanê ye dipirsim, yên dadweriyê dixwazim dipirsim: Eger ev kes dikare bibe namzetê Serokomariyê, dikare beşdarî hilbijartinê bibe, çi karê wî di zîndanê de heye? Ez dibêjim em tenê ji bo xwe dadwerî naxwazin, em ji bo 82 milyonan dadwerî dixwazin."