Çekdaran 2 hezar darên zeytûnê li Efrînê şewitandin
Grûpên çekdar agir bi zevî û darên navçeya Mabeta ya Efrînê xist û zêdetir ji 2 hezar darên zeytûnê şewitandin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar agir bi zevî û darên navçeya Mabeta ya Efrînê xist û zêdetir ji 2 hezar darên zeytûnê şewitandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpên çekdar duhî agir bi zevî û darên gundê Birîmce ya navçeya Mabeta xist û rûbereke fereh ji dar û zeviyên başûr û rojavayê gund û zêdetir ji 2 hezar darên zeytûnê yên malbata Şêx şewitandin.
Ji Havîna sala bûrî ve, çekdaran agir bi zêdetir 50 cih, çiya, dar û daristanên Efrînê xistine û beşek mezin ji darên zeytûnê û darên din şewitandine.
Bajarokê Mabeta 15 K.M li rojavayê Efrînê ye û piraniya xelkê wê Kurdên Elewî ne, loma jî gelek binpêkirinên mirovî di derheqê wan de ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve tên kirin.
Di du rojên bûrî de jî çekdarên Cebhe El-Şamiyê bi malên de girt, ji bilî pişknînê û dizîna pere, zêr û kelûpelên gundiyan, zêdetir ji 150 kesî jî girtin û lê dan. Hejmarek ji welatiyan piştî pere dan wê grûpê hatin berdan.
S. B