Netanyahu: Me belgeyên nehênî yên bernameya atomî ya Îranê dan Trump
Duhî Serokwezîr Netanyahu Xelata Ewleyiya Neteweyî, pêşkeşî wê tîm a belge bidestxistin kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Israilê Benyamin Netanyahu ragihand, ku tîmek ji hawalgirî ya Israilê MOSSAD di meha Nîsan a sala 2018an de bi hezarên belgeyên nehênî liser bernameya atomî ya Îranê bidest xistin.
Piştî wê, wan ev belge gihandin Serokê Amerikayê Donald Trump, ku biryar da Rêkeftina Atomî ya ligel Îranê yekalî hilweşîne.
Îranê ji aliyê xwe ve diyarkir, ku tu bernameya wan a bidestxistina çekên atomî nîn e.
Duhî Serokwezîr Netanyahu Xelata Ewleyiya Neteweyî, pêşkeşî wê tîm a belge bidestxistin kir.
Netanyahu û MOSSAD, bi çi awayî karîn e wan belgeyan bidest bixin, eşkere nekirin.
C.B