Rexne li Kongireya Navdarên Kurd dihê girtin

Kongireya Navdarên Kurd bo roja Dûyê li bajarê Sine ya Rojhilata Kurdistanê berdewame. Evê kongireyê gelek axivtin li ser hatîye kirin û gelek karvedan jî li ser şêwaza rêveçûna wê kongireyê hebûye. Celal Melekşa, hilbestvanê navdarê Rojhilata Kurdistanê baykota Kongireyê kir û dibêje: Ximeta navdaran nake. Di beranber de jî pişkek ji ekadmîst û rewşenbîrên Kurd hebûna Kongireyê bi pêdivî dizanin.

K24- Hewlêr

Herçende hijmareka berçav ji navdarên Rojhilata Kurdistanê li bwarê Huner û Tore (Wêje) yê  di wê kongireyê de pişikdarin, lê hinek kes jî hene ji Rojhilat û Başûra Kurdistanê  bi her pasaw û bîyanûyekê be pişikdarî nekirine di Kongireyê de. Ev ji bilî hinek  ji wan, navên wan di lîsta wan kesan daye ku rêz ji wan dihê girtin lê pişikdar nebûne, mîna Dr, Kurdistan Mukiryanî.

Kongireya navdarên Kurd bi pişikdarîya dehan Rewşenbîr, Nîvîskar û kesatîyên ekadîmîstên Kurd, duhî li Sine bi serperiştîya Parêzgarê Sine û bi amadebûna Nwênerên Herêma Kurdistanê dest bi karên xwe kir.