Li Rojava ya Kurdistanê gundîyên sinûrî daxwa ji sazîyên mirovî dikin jîyana wan biparêzin
2 welatî ji gundê Batirzanê li Rojavayê Kurdistanê dema zeviyên xwe diçinîn, bi guleyên artêşaTurkiyê birîndarbûn, ku mîna dehên gundên Sînorî xelkên gund, ji bo karê di zeviyên xwe de, di bin metirsiyê de ne û bangên xwe ji saziyên mirovî re dişînin, da jiyana wan biparêzin.
K24- Rojava
2 welatî ji gundê Batirzanê li Rojavayê Kurdistanê dema zeviyên xwe diçinîn, bi guleyên artêşaTurkiyê birîndarbûn, ku mîna dehên gundên Sînorî xelkên gund, ji bo karê di zeviyên xwe de, di bin metirsiyê de ne û bangên xwe ji saziyên mirovî re dişînin, da jiyana wan biparêzin.
Mîna her gundekî li ser sînorê di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de, xelkê gundê Batirzanê di bin gefên guleyên artêşaTurkiyê de di zeviyên xwe de kardikin, 2 cotkarjî di vêtirsê re derketin dema genimê xwe diçinîn bi guleyên hêzên Sînorîyên Turkiyê birîndar bûn û ji bo nexweşxaaneya bajarê Dêrikê hatine veguhestin, Fû`ad yek ji birîndarane û karê wî tenê çandinîyê ku 7 zarokan pê xwedî dike, dibêje ku ji ber metirsiya li ser jiyana wî ew nema dikare zeviyên xwe biçine û keda salekê bê encam maye.
Beriya 2 salan li heman gundî ciwanekî Kurd di zeviyê xwe de bi guleyên hêzênTurkiyê birînda rbû, herwiha çendîn buyerên din ku hin welatî ji vî gundî jiyana xwe jî ji destdane, ji bilî ku zeviyên sînorî ne tenê ji bo çandiniyê lê ji her karekî din re bûye metirsî nemaze ku çandinî û xwedîkirina ajelan ji jêderên serekene ji debara jiyana wan re, gundi jî bangên xwe ji saziyên mirovî re dikin ku çareyekê ji wan re bibînin û jiyana wan biparêzin.
Gundê Batirzanê nêzî 20KM bakûrî bajarê Çelaxe li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê dikeve, ji ber nêzîkbûna wê ji sînorjî bi awayekî berdewam xelkên wê rastî gefên hêzên sînorîyênTurkiyê tên, ku ew jî mîna dehên gundên sînorî li Rojavayê Kurdistanê karê çandiniyêtê de bûye ji karên metirsîdar li ser jiyana karkerên wê.