Ekrem Îmamoglu yê Şaredarê Stenbol serdana HDP kir

Ekrem Îmamoglu şaredarê bajarê mezin ê Stenbolê, serdana hevserokatiya HDP a li vî bajarî kir û di proseya hilbijartinê de bo piştgiriya ku jê ra dane spasiya HDP kir. Îmamoglu li ser pirsa peyamnêrê Kurdistan24 ragihand ew dixwaze serdana Selahattîn Demîrtaşê hevserokê berê yê HDP ku niha di zindanê de ye bike. HDP jî ragihand ji ber neheqî lê hat kirin loma wan piştgiriya Îmamoglu kirin.

K24-Stenbol

Ekrem Îmamoglu piştî ku wek şaredarê nû yê bajarê mezin ê Stenbolê hat hilbijartin ji bo birêvebirina bajêr dest bi guftûgoyên ligel aliyên ciyawaz ên siyasî kir. Şaredarê nû di vê çarçoveyê de serdana hevserokatiya HDP a li Stenbol kir û ligel hevserokên vê partiyê ji medyayê re girtî hevdîtinek pêk anî. Îmamoglu piştî civînê ragihand ligel HDP lihevkirine kul i şaredariyê beşek ava bikin ku tê de her partiyên siyasî wê cîh bigirin da ku bo çareserkirina bajêr danustandinê bikin.

Li ser pirsa me ya "Selahattîn Demîrtaşê Hevserokê berê yê HDP ku ji zindanê di proseya hilbijartinê de bo we banga piştgiriyê kir. Gelo hûn difikirin serdana Demîrtaş bikin?" Îmamoglu got helbet ez dixwazim serdana Demîrtaş bikim.

Ekrem Îmamoglu-şaredarê stenbol, got:Min ji birêz Selahattîn Demîrtaş re ji bo banga wî ya beriya 23ê Hezîranê ku piştgiriya min kiribû spasiya wî kiribû. Helwestên bi vî awayî ji bo me gelek bi qîmet in. Demîrtaş, niha ji bo çi di zindanê de ye? Sedema girtina wî çiye? Ji aliyê hiqûqê ve her kî hatibe mexdûrkirin, ez li gel wî me. Helbet ku derfet çêbe ez dixwazim serdana Demîrtaş bikim.

Esengul Demîr a Hevseroka HDP a Stenbolê amaje kir bi piştgiriya Îmamoglu wan xwedî li demokrasiyê derketin.

Esengul Demîr-HDP a Stenbol, got: Li Tirkiyê serdaneke wiha ku yekem car e tê kirin loma gelek girîng e. Îmamoglu bi helwesta xwe nîşan dide ku hemû pêkhateyên ciyawaz nêzî hev bike û xizmetê wan bike ev helwesteke pozîtîf e. HDP div ê proseyê de xwedî li îradeya gel derketiye.

Îmamoglu xwest serdana AK Partiyê jî bike lê daxwaza wî ya bo serdanê ji aliyê AK Partiyê ve hatiye redkirin.