Nêçîrvan Barzanî xwîndkarên yekem li ser asta Herêma Kurdistanê xelat kirin

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, di rêresmekê de xwîndkarên yekem li ser asta Kurdistanê yên rêza 12 ya Amadeyî û 9 a Bineretî xelat kirin.

K24- Hewlêr

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, di rêresmekê de xwîndkarên yekem li ser asta Kurdistanê yên rêza 12 ya Amadeyî û 9 a Bineretî xelat kirin.

Nêçîrvan Brazanî di gortarekê de berî xelatkirina xwîndkaran ragehand: Kurdistnê çav li xwîndkarên jîr û bi şîyane  daku di tevaya bwaran de  ber bi pêş biçe. Got jî: Xewna hemû pêkhateyên evî gelî bi xortan bici dibe.

Amaje bi wê yekê jî kir, rizgarî û serfirazîya gelan di zanistê de ye û hemû serkevtina hewe jî di xwîndinê de ye û got: Şîreta Me ji we re Xwîndin, xwîndin û xwîndine, serkevtina hewe serkevtina me ye li her cihekê be.

Nêçîrvan Barzanî, amaje bi rewşa çend salên bûrî yên Kurdistanê da û ragehand: Ew dema Pêşmerge li şerê dijî Daişê bûn û sîngên xwe dabûn gulleyan û berevanî  ji evê ezmûnê dikir,  mamostayan wek Pêşmergeyan nehêlan karwana xwîndinê bihê rawestandin û derên xwîndingehan bihên daxistin.