Holenda pişikdarîyê di çaksazîya Hêza Pêşmerge de dike
Holenda dixwaza li gel Elmanîya, Birîtanya û Emerîkayê pişikdarîyê di pirogramê çaksazî û rêkxexistina Hêza pêşmergeya Kurdistanê de bike. Serkunsilê wî welatî bi Kurdistan 24 ragehand: Di çend heftîyên dahatî de hijmareka serbazên din yên Holendayê digehin Hewlêrê bo evê armancê. Emîndarê giştî yê wezareta Pêşmerge jî dibêje: Ji 35 xalên pirojeya çaksazîyê pişkek jê hatîye bicikirin, lê wan ûmêd bi kabîneya dahatî heye ku ew piroje bi temamî yan jî piranîya wê bihê bicianîn.
K24- Hewlêr

Li ser evê yekê Wilyam Nîkolas Kuzîn, Kunsilê Holendayê li Hewlêrê, tekez kir ku Holenda wek pişkek ji Hevpeymanîya Nêvdewletî, berdewame di alîkarîkirina Pêşmerge û Me pirogramê meşqa Pêşmerge û pirogramek din jî heye bo meşiqdana wan Pêşmergeyên ku dabin Meşiqder.
Kuzîn dibêje: Me daxwaz kirîye li gel Birîtanîya, Elmanîya, Îtalîya û Emerîkayê pişikdarîyê di pirogramê çaksazîya Pêşmerge de bikîn. Bi xweşhalî ve pêşwazî ji daxwaza me hatkirin û di çend heftîyên dahatî de hejamreka din ji şîretmendên serbazîyên Holendayê digehin Herêma Kurdistanê. Pirsa rêkvexistina Hêza Pêşmerge jî karê me yê pêşîne.
Ji alîyekê dî ve Ferîq Cebar Yawer, emîdnarê giştî yê Wezareta Pêşmerge, di evê çarçoveyê de amaje bi wê yekê dike ku hijmarek ji xalên wê pirogramê pêdivî bi demê ye. Naveşêre jî ku ûmêdheye bi kabîneya nehema hikuemta Herêma Kurdistanê daku tevaya pirogramê yan jî piranîya wê bici bike.
Li gor zanîyarîyên Kurdistan 24, di kombûna dawî de li gel Wezareta Pêşmerge, hêza Hevpeymanan tekez kirîye, berdewamîya hevkarîyan bo Hêza Pêşmerge girêdayî radeya pabendbûna wan bi bicihkirina pakêca çaksazîyê û hevgirtina herdû yekeyên70 û 80.