Perlemana Kurdistanê vekolînê dike li ser pirsgirêkên navçeyên Kurdistanî

Evro şandeke Komîteya Navçeyên veqetyayî, di Perlemana Kurdistanê de, serdana deverên Kurdistanî yên derveyê rêvebirina hikumeta Herêma Kurdistanê kir û ji pirsgirêkên xelkê deverê vekolîn.

K24- Kerkûk

Evro şandeke Komîteya Navçeyên veqetyayî, di Perlemana Kurdistanê de, serdana deverên Kurdistanî yên derveyê rêvebirina hikumeta Herêma Kurdistanê kir û ji pirsgirêkên xelkê deverê vekolîn.

Lîza Felekedîn Kakeyî, endama şandê bi Kurdistan24 re ragehand: Di kombûna Perlemana Kurdistanê de, Me çend komîteyek bo evan deveran pêkanîn, ku divan dawîyan de çend bûyerên nexweş têda rûdan, wek şewitîna genimên cotkaran û bi erebkirina çend gundên kurdan, lew Me bi pêwîst zanî ji nêzîk ve guhdarîya glî û gazinde yên welatîyan bikîn û data û zanîyarîyan li ser wan bûyeran kom bikîn.

Got jî: Di despêkê de Me serdana nivîsîngeha Kerkûkê ya Perlemana Kurdistanê kir, ku niha li QereHencîr e. Li gel berpirsê nivîsîngehê, kesatî û rojnamevanên deverê civyayin daku raportekê têr û tijî li ser bûyeran amade bikîn û bikîn nivîsarek bidin perlemana Îraqê, kunsilxaneyan û Neteweyên Yekgirtî.