Çavusoglu: Kirîna sîstema S-400an temam e, êdî hatiye qonaxa radestkirinê

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, kirîna sîstema S-400an temam e, êdî hatiye qonaxa radestkirinê û bang li Amerîkayê kir, ku kêşeyan bi danûstandinan çareser bikin.

K24- Hewlêr

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, kirîna sîstema S-400an temam e, êdî hatiye qonaxa radestkirinê û bang li Amerîkayê kir, ku kêşeyan bi danûstandinan çareser bikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavusoglu di beşdariya bernameyeke televîzyonê de da xuyakirin, piştî hevdîtina Trump û Erdogan, di Kongrêsa Amerîkayê de hember Tirkiyê nermbûnek heye û êdî ew jî qebûl dikin, ku Tirkiye neçar maye S-400 bikire.

Da xuyakirin, digel rêveberiya Obama ya 10 salan, rêveriya Trump jî, du salan bersiva wan a daxwaza kirîna Patrîotan neda ye û ji bo parastina welatê xwe ketine lêgerînê.

Çavusoglu got, proseya kirîna sîstemên S-400an bidawî bû ye û dest bi proseya radestkirinê hatiye kirin û got, ew dixwazin hemû kêşeyan bi danûstandin û giftûgoyan çareser bikin.

Da zanîn, her çend Trump ligel dorpêçiya ser Tirkiye nebe jî, ew ji bo hemû bijardeyan amadekariyan dikin.