Partiyên opozîsyonê daxwaza destûrek nû dikin

Di rojeva Tirkiyê de êdî çêkirina Makezagoneke nû cih digre û partiyên opozîsyonê jî amaje dikin, divê makezagoneke ku nunertiya hemu pêkhateyan bike, were amade kirin. Partiyên opozîsyonê di wê baweriyê de ne, eger di makezagoneke nu de mafên Kurdan jî were gerentîkirin, dê pirsgirêka Kurd jî çareser bibe.

K24-Amed

Di rojeva Tirkiyê de êdî çêkirina Makezagoneke nû cih digre û partiyên opozîsyonê jî amaje dikin, divê makezagoneke ku nunertiya hemu pêkhateyan bike, were amade kirin. Partiyên opozîsyonê di wê baweriyê de ne, eger di makezagoneke nu de mafên Kurdan jî were gerentîkirin, dê pirsgirêka Kurd jî çareser bibe.

Li Tirkiyeyê êdî pêdiviya makezagoneke nu ji aliyê partiyên opozîsyonê ve bi awayeke berztir tê bilêvkirin. Li aliyekê Partiya Demokratîk a Gelan HDP banga makezagoneke nû ya demokratîk dike li aliyekê jî partiya opozîsyonê ya sereke Partiya Komarî ya Gel CHP daxwaza guherîna pergalê dike û balê dikêşe makezagoneke nû. Derbarê makezagoneke nû de Serokê CHPê yê Şaxa Diyarbekir Mehmet Sayin amaje dike ku konjonktura Tirkiyeyê ya niha bo makezagoneke ku mafên Kurdan tê de were gerentîkirin pêkan e û divê ev derfet niha were bikaranîn.

Mehmet Sayin-serokê CHP yê Şaxa Diyarbekir- got:"Bo guhertina makezagonê navenda me ye giştî xebatên xwe didomîne. Em ê div ê çarçoveyê de komîsyonek hiquqê amade bikin û ev komîsyon dê li herêmê bigere û daxwazên Kurdan bo makezagoneke nû tomar bike. Em amade ne di bin banê parlementoyê hemu mijaran û mafên Kurdan jî gotubêj bikin."

Profîla partiyên ku daxwaza makezagoneke nû dikin ewqas berfireh bû ye ku partiya lîak û sekuler CHP jî piştgiriya makezagoneke nû de û partiya oldar Partiya Saadetê jî makezagoneke nû wek pêdivî dibîne. Serokê Partiya Saadetê yê Şaxa Diyarbekir Fesîh Bozan jî dibêje divê Kurd bi mafên xwe di makezagonê de cih bigirin.

Fesîh Bozan- serokê Partiya Saadetê yê Şaxa Diyarbekir- dibêje:"Eger Makezagoneke nu were avakirin û eger em dibêjin Kurd hene, divê mafên Kurdan jî werin destnîşankirin. Divê di makezagona ku were amadekirin  de behsa Kurdan jî were kirin."

Nunerên partiyên opozîsyonê yên Bakurê Kurdistanê amadekariyan dikin ku di hefteya pêş de di civîna serokên bajaran de di pêvajoya çêkirina makezagoneke nû de daxwaz û hêviyên Kurdan jî pêşkêşî navendên partiyên xwe bikin. Derbarê çêkirina makezagoneke nû de partiyên opozîsyonê çaverêyî helwesta partiya desthit Ak Partiyê ne.