HDP komxebata rêveberên herêmî û demokrasiyê saz dike
Partiya Demokratîk a Gelan HDP, di navbera 4 û 7'ê Tîrmehê de, li Wanê Komxebata Rêvebiriyên Heremî û Demokrasiyê lidardixe. Komxebat bi beşdariya Hevserokên Şaredariyên HDP'ê, aktivistên mafên jinan û rêvebirên HDP, dê 4 roj bi rêve biçe.
K24-Wan
Partiya Demokratîk a Gelan HDP, di navbera 4 û 7'ê Tîrmehê de, li Wanê Komxebata Rêvebiriyên Heremî û Demokrasiyê lidardixe. Komxebat bi beşdariya Hevserokên Şaredariyên HDP'ê, aktivistên mafên jinan û rêvebirên HDP, dê 4 roj bi rêve biçe.
Komxebata Rêvebiriyên Demokratîk yên Heremî ya HDP'ê, li Wanê destpêkir. Di destpêka komxebatê de, hat ragihandin ku dê li ser mijarên wek, di rêvebiriyên heremîda pirsgirêkên demokrasiye, bandorên neyînî yên pergala qayuman, wekheviya cinsan di jiyana civakî da û ji aliyê pêşketina demokrasiye ve girîngiya pergala hevserokatî bên gengeşî kirin.
Axaftina destpêka komxebatê ji aliyê Hevseroka Şaredariya Mezin ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ve hat kirin. Bedîa Ozgokçe, anî ziman ku pergala ku jinan beşdarî rêvebiriyan dikir, piştî ku qayûm hatine danîn, wek armanc hatiye dîtin û saziyên jinan hatine girtin, lê ew jinûve dîsa wan saziyan vedikin.
Bedîa Ozgokçe (hevseroka şaredariya Mezin a Wanê), got:"Li hember hemû êrişên li ser mafên jinan, emê bi helwest û nêzikayiya, bi beşdariya hemû aliyên civakî rêvebirina şaredariyan tevbigerin. Beşdariya jinan ya rêvebiriyan û jiyana civakî jî di xebatên me de, dê berdewam helwest û biryar be."
Berdevka Meclîsa Jinan ya HDP'ê Dilan Dîrayet Taşdemir jî da zanîn ku bi pergala hevserokatî, di hemû şaredariyên wan de, jin jî beşdarî rêvebiriyan bûne û ji aliyê desthilatdariyê ve jî, ev pergala wan wek armanc hatiye bijartin. Taşdemîr ragihand ku ewê ji bo bihêzkirina hevserokatî xebatên xwe bidomînin.
Endama Komisyona Navendî ya Rêvebiriyên Heremî a HDP'ê Hediye Karaaslan jî balê kişand ku ji ber paşketina demokrasiyê û hewldanên ji navendan rêvebirinê; qeyranên siyasî, aborî û civakî peyda kirine û pêwistî bi girîngî dayîna di rêvebiriyên heremî de, sazûmankirina demokrasiyê heye. Ew jî bi vê komxebatê dê li ser van pirsgirêkan gengeşî û xebatan bimeşînin.
Hediye Karaaslan (endama Komisyona Navendî ya Rêvebiriyên Herema a HDP'ê), got:"Piştî hilbijartinên heremî yên 31'ê Adarê xuya bû ku HDP li Tirkiyeyê xwedî roleke diyarker e. Di rêvebiriyên heremî de demokrasî û çanda demokratîk jî, hem ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, hem jî çanda demokrasiyê bi giştî xwedî roleke girîng û diyarker e. Êdî bi destên rêvebiriyên navendî, qeyran û pirsgirêkan dijîn û Tirkiye jî yek ji wan e, loma jî pêwistî bi xebatên xurtkirina rêvebiriyên heremî heye."
Komxebata HDP'ê ya Rêvebiriyên Heremî û Demokrasiyê,di 4-5'ê Tîrmehê de yanî 2 rojên ewil bi rêvebirên jin re birêve biçe û herdû rojên dawî yanî 6 û 7'ê Tîrmehê de jî bi beşdariya hevserokên mêr û Hevserokê Giştî yê HDP Sezaî Temelî re bidome. Piştî komxebatê dê daxuyaniyekî bê belav kirin.