Bizava Goranê Kandîdên xwe bo postên wezîrîyê yek alî dike

Biryare sube Civata Nîştîmanîya Bizava Goranê dicive bi mebesta yek alî kirina kandîdên xwe bo postên wezîrîyê di kabîneya nehema Herêma Kurdistanê de.

K24- Hewlêr

Biryare sube Civata Nîştîmanîya Bizava Goranê bicive bi mebesta yek alî kirina kandîdên xwe  bo postên wezîrîyê di kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê de.

Nûçegihanê Kurdistan24 li Silêmanîyê ragehand: biryare sube, Civata Nîştîmanîya Bizava goranê bicive û navên kandîdên xwe bo postên wezîrîyê di kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê de yel alî bike.

Hevdem berpirsekê Bizava Goranê bi mêdya ya partîya xwe ragehandîye: di wê civînê de nirxandina dawîyê tê kirin bo raporta komîteya dîyarkirina kandîdên Bizava Goranê bo postên wezîrîyê di kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê de.

Ev di demkê de ye ku roja Yekşema buhirî, Civata Giştî ya Bizava Goranê civîya bû û hejmareka rasparteyan arasteya Civata Nîştîmanî kiribû, li ser mîkanîzma dîyarkirina kandîdên bizava wan bo postên hikumetê.