Dawî bi gerek meşq û rahînana Pêşmerge hat
Nêzîkî 540 Pêşmerge, piştî 45 rojan, dawî anîn bi gera meşq û rahînanê. Pişikdarên wê gerê li ser nûtirîn taktîkên ceng û zanistên serbazî rahînan kirin.
K24- Şêxan
Nêzîkî 540 Pêşmerge, piştî 45 rojan, dawî anîn bi gera meşq û rahînanê. Pişikdarên wê gerê li ser nûtirîn taktîkên ceng û zanistên serbazî rahînan kirin.
Ew ger ji alîyê Hevpeyamanî ya Nêvdewletî ve hatibû serperiştî kirin. Supasalarê Hêza Pêşmerge radigehîne: Hêzên Hevpeymanan berdewam dibin li ser meşq û rahînanên Hêza Pêşmerge. Bo sala dahatî jî, Hevpeyamanan pilaneka taybet heye bo meşq û rahînana Hêza Pêşmerge.
Pişikdarên wê rahînanê, ji bilî supas û pêzanînên wan bo rahîneran, dibêjin jî: Hewil didin wan zanyarîyên di dema meşq û rahînan de me wergirtine, mifayê jê wergirin bo berevanîyê ji axa Kurdistanê.
Ebdulrehman Mehemed, ku rahênereke serbazîye, amaje bi wê yekê dide, ku Pêşmerge yên pişikdar di evê rahînanê de, li ser taktîka nû ya serbazî û nûtirîn zanistên hevçerx hatîne rahînan.
Hevdem Cemal Êmênkî, supasalarê hêzên Pêşmerge, di hevpeyvînekê de bo Kurdistan24, tekezê dike ku Hevpeyman dê berdewam bin li ser meşq û rahînana Pêşmerge û bo sala dahatî jî pilaneke tukme û mukim dê darêjin.
Di ev sal de, ev sêyem gere bi serperiştîya hêzên Hevpeymanan bi rêve diçe li fêrgeha Girde Hol, li Şêxan ku têde 540 Pêşmerge li ser dawî taktîkên ceng û rêkarên serbazî hatîne rahînan.