Kurdistan24, navên kanîdên Bizva Goran bo postên wezîrîyê belav dike

Civîna Civata Nîştîmanîya Goranê berdewame û biryare pirsa yek alîkirina kandîdên Bizavê bo Kabîneya dahatî ya hikumeta Herêma Kurdistanê gengeşe bike.

K24- Silêmanî

Civîna Civata Nîştîmanîya Goranê  berdewame û biryare pirsa yek alîkirina kandîdên Bizavê bo Kabîneya dahatî ya hikumeta Herêma Kurdistanê gengeşe bike.

Li gor zanyarîyên nûçegihanê Kurdistan24, kandîdên Goranê bo postên wezîrîyê bi vî awayî ne:

Wezareta Darayîyê: Awat Şêx Cenab, Hawar Şêx Reûf û Şoriş Hemîd.

Wezareta Bazirganîyê: Dahên Haşim, Karwan Haşim, Çalak Muhendis û Beşdar Husên.

Wezreta Avedankirinê: Dana Ebdulkerîm, Hîwa Qilyasanî û Ûmer Înayet.

Wezareta Karûbarên Civakî: Aras Welî, Çîmen Heme Reşîd, Hejar Meirûf û Kwêstan Mehemed.

Herdû postên, Cêgirê serokê Herêmê û cêgirê serokê hikumetê jî para Bizava Goran in lê hêj kandîdên evan dû postan nehatîne aşkerakirin.

Heya niha mîkanîzma destnîşankirina kandîdan bi temamî nehatîne yek alî kirin, lê çaverê tê kirin ku evro Civata Nîştîmanî ewê pirsê yel alî bike.