HDP: Em nizanin Erdogan î çawe pirsa Kurd çareser kirîye?!

Peyvdarê HDPê Gûney Kubilay bi daxûyaniyekê bersiva daxûyaniya Serokkomarê Tirkiyê Erdogan da û got: Ew nizanin serokkomar çawe pirsa Kurd çareser kirîye.

K24- Hewlêr

Peyvdarê HDPê Gûney Kubilay bi daxûyaniyekê bersiva daxûyaniya Serokkomarê Tirkiyê Erdogan da û got: Ew nizanin serokkomar çawe pirsa Kurd çareser kirîye.

Dîyare bi vê daxûyaniyê, dê inkara Kurdan berdewam be û di şer de jî israr bike.

Gunay Kubilay, peyvdarê HDPê, got: Bi rastî Daxûyaniya Serokkomar ku "wan pirsa Kurd çareserkirîye". Ne em dizanîn, ne jî, Gelê Kurd dizanin ka çi hatiye çareser kirin.

Herweha got: Diyare ku Erdogan bi vê gotinê, daxwazên gelê Kurd yên Demokratîk,  jîyanek wek hev û azad di nav komarê de inkar dike û dê bi şer û kuştinan bersiv bide. Ev jibo pêvajoua nû ye. Inkar û hewildanên tunekirinê dê berdewam be.