Firokeyên Tirkiyê sinûrê Nahye ya Jarawe burdûma kir
Evro, berî Nîvro, firoke yên cengî yên Tirkiyê çîyayê Sadir li sinûrê Nahye ya Jarawe, qeza ya Pişider û navçeyên Alîye Reş û Casûsan burdûman kirin.
K24- Ranîye
Evro, berî Nîvro, firoke yên cengî yên Tirkiyê çîyayê Sadir li sinûrê Nahye ya Jarawe, qeza ya Pişider û navçeyên Alîye Reş û Casûsan burdûman kirin.
Piştî hêrişa heynî ya buhirî bo ser Kurtek û Gundê Berd Kuranê li sinûrê nahye ya Sengeser ku bû egera şehîdbûna çar kesan û sê kes ji wan endamên yek malbatê bûn û pênc kes jî birîndar bibûn, ev burdûman yekêye di evê heftîyê de.
Li ser zîyanên canî yên burdûmana evro, heya niha ti zanîyarîyek aşkera nebûye, lê ewê burdûmanê çend deverên cuda kirîne armanc û li gor axivtinên bînerên burdûmanê li devera Genawî û serê Casûsan ew burdûma gelek nêzîk bûye ji Rebî xalên çavdêrî yên leşkerên komara Îsalmî ya Îranê .