Li Hatayê teqîn: 3 kuştî, 3 brîndar...
Li Navçeya Reyhanli ya Hatayê, teqînekê rû da û li gor agahiyên destpêkî, 3 kes hatin kuştin û 3 jî, birîndar bûn...

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Navçeya Reyhanli ya Hatayê, teqînekê rû da û li gor agahiyên destpêkî, 3 kes hatin kuştin û 3 jî, birîndar bûn.
Li Navçeya Reyhanli ya Bajarê Hatayê, ku liser sînorê Parêzgeha Idlib a Surîyê ye, teqînek çê bû, û di encama teqînê de, 3 kes hatin kuştin û 3 jî, birîndar bûn.
Hêzên Ewlekariyê, dever dorpêç kirin û rê ji hatinûçûnan re, girtin.
Ji devera bûyerê re hejmarek ambulans û tîmên hewarhatinê hatin şandin. Hêzên Ewlekariyê, dever dorpêçkirin û rê ji hatinûçûnan re, girtin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bi daxûyaniyekê got: Tirimbêlek, ku teqemenî tê de bûye, hatiye teqandin û ew ên, ku hatine kuştin welatiyên Suriyê ne.
C.B