Li Amûdê konferanseke navdewletî derbarê DAIŞê de birêve diçe

Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya bi dehan siyasetmedar, akadîmesyen û mamosteyên zanîngehên navdewletî û Erebî konferanseke navdewletî derbarê DAIŞê de birêve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya bi dehan siyasetmedar, akadîmesyen û mamosteyên zanîngehên navdewletî û Erebî konferanseke navdewletî derbarê DAIŞê de birêve diçe.

Peyamnêra K24ê li Amûdê da zanîn, bi beşdariya bi dehan siyasetmedar, akadîmesyen û mamosteyên zanîngehên navdewletî û Erebî û hejmarek ji qurbaniyên DAIŞê, îro yekem yekmîn konferansa navdewletî ya derbarê dîrok, jêdera abûrî û li ser çi bîr û baweriyan DAIŞê hat avakirin,  birêve diçe.

Endama Komîta Amadekar Axîn Xelîl li ser armancên vê konferansê ji K24ê re ragihand, em dixwazin di vê konferansê de rastiyên DAIŞê û siyastiyên ku li dijî morvatiyê kirine ji kuştin, wêrankirin firotana jinan bên xuyakirin. Herwiha dewletên pêwendiyên bi DAIŞê re kirine kî ne û hêzên li hember vê rêxistina terorê rawestiyane û şer kirine bên naskirin.

Da zanîn jî, konferans 3 rojan dê berdewam bibe û tê de panelên siyasî, yasayî, aborî û dîrokî dê birêve biçin û kesên pispor tê de beşdar dibin.

   

 

S. B