Peyvdarê AK Partî: Em dê S400an aktîf bikin
Berdevkê AK-Partiyê Omer Çelîk dibêje: Tirkiye dema S400an kirî, dê bikar jî bîn e
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê AK-Partiyê Omer Çelîk dibêje: Tirkiye dema S400an kirî, dê bikar jî bîn e.
Omer Çelîk bi kombûneka rojnamevanî de, bersiva îddiayên wekî ``Tirkiye dê S400an bikire, lê aktîf nake`` da û ragihand, ko Tirkiye dema S400an bikire, dê bikarbîn e.
Çelik got: “Bihêzkirina sîstemên bervaniya asimanên me ji bo ewlekariya me ya netewî pêwîst e. Em dewletek serwer in û ger Tirkiye vê sîstemê kirîbe û perê xwe dabe dê bikarbîbe jî. Bûyerên li Iraq, Suriye û rojhilata deryaya spî li ser Tirkiyeyê gef in û ev jî dibin sedem ko Tirkiye sîstema berevaniya xwe bihêz bike”.
C.B