Polîsa Fedral gundê Şaliyar a Kakeyîyan dişewitînin

Li gor zanyarîyên xelkê deverê dayîne nûçegihanê Kurdistan24, li gundê Şalyar a Kakeyîyan li başûra Kerkûkê, Polîsa Fedrala Îraqê rez, bîsştan û malên welatîyên gundî dişewitînin.

K24- Hewlêr

Li gor zanyarîyên xelkê deverê dayîne nûçegihanê Kurdistan24, li gundê Şalyar a  Kakeyîyan li başûra Kerkûkê, Polîsa Fedrala Îraqê rez, bîsştan û malên welatîyên gundî dişewitînin.

Li ser evê yekê Receb Asî Kakeyî bi Kurdistan24 ragehand: Di nav gund de Polîsa Fedral pênc  mal şewitandîne li gel rez û bîstanên çend kesên din û heya niha egera şewitandina mal, rez û bîstanên welatîyan, ji alîyê polîs ve nahê zanîn.

Herweha got: Gumanê dikîn ku şewitandina evî gundî peywendî bi wê biryara hebe ku niha  hatîye dan li ser wê yekê ku divê Polîsa Fedral ji deverên me vekişin û leşkerê Îraqê şûna wan bigirin. Ev karên wan jî wek tole vekirin tê temaşakirin.

Gundê Şalyar a Kakyîyan yek ji gundên ku Kurdên Kakeyî têde dijîn û dikeve başûra Kerkûkê û ser bi bajaroka  Dqûqe.