YNK navên kandîdên xwe bo postên hikumetê yek alî dike

Nûçegihanê Kurdistan 24 li Silêmanîyê ragehand, di kombûna evro ya Civat Serkirdatîya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) navên kandîdên partîya xwe bo postên kabînya dahatî ya hikuemta Herêma Kurdistanê yek alî kir.

K24- Silêmanî

Herweha xuya kir ku Rêwas Fayeq, wek seroka Perlemanê, Qubad Talebanî, cêgirê serokê hikumetê, Ceifer Şêx Mistefa, wek cêgirê serokê Herêma Kurdistanê hatîne destnîşankirin.

Nûçegihanê Kurdistan24, amaje bi wê yekê jî da Ku navên Hemey Heme Seîd, wek wezîrê Rewşenbîrîyê, Şoriş Îsmaîl, Wezîrê Pêşmerge, Dr. Dara Reşîd  wezêrê Xwîndina Bilind yek alî bûne.

Biryare sube jî, Bizava Goranê kandîdên xwe yek alî bike.